Îro 37 sal li ser Enfala Siyemîn re derbas dibe ku weke Enfala herî dijwar tê pênasekirin. Ji ber xemsariya hikûmeta Herêmê û Iraqê ya ji bo xizmên Enfalkiriyan û dernexistina hestiyên qurbaniyan, hê jî birînên wan nehatine pêçan û xwîn jê tê.
Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Netew dewletên li herêmê ji bo tinekirina gelê Kurd tim di nava hewldanan de bûn. Di vê çarçoveyê de bi dehan car bi jenosîdan, qirkirin û kîmyabaranê re derbas kirin. Yek ji van sûcên herî giran û hov ên di dîroka gelê Kurd û cîhanê de mayî enfala li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Baasê ve hatiye pêkanîne. Rejîma Baasê bi 8 qonaxan Enfal li Başûrê Kurdistanê pêk anî û di encamê de bi hezaran kes şehîd û birîndar bûn.
Wataye Enfalê çiye?
Enfal ku di erebî de tê wateya ‘bahozê’ di pirtûka pîroz Qûran’ê de jî navê ayetekî ye. Her wiha Enfal navê kod yê operasyonên leşkerî ye ku ji 23’yê Sibat’ê heta 6’ê Îlona 1988’an ji aliyê rejima Baas ve li Kurdistanê pêk hatine ye. Enfal, ji aliyê General Elî Hasan El Mecîd ê xizmê serokdewletê Iraqê Sedam Huseyîn û Sekreterê Giştî yê Şaxê Bakur yê Partiya Baas a Iraqê ve hat meşandin. El Mecîd ê ku ji hêla kurdan ve wekî ‘Elî Kîmyawî’ dihat naskirin, yekem faîlê komkujiya kurdan bû.
Qonaxên Enfalê: Qirkirin û wêrankirin
Enfal bi fermana serokê rejîma Baasê Sedam Hisên ji aliyê Elî Hesen Mecîd ve hate kirin. Enfal bi 8 qonaxan hate meşandin. Di encama van 8 qonaxan de 182 hezar Kurd hatin qetlkirin, nêzîkî 4 hezar û 500 gund hatin valakirin.
Qonaxa yekem:
Enfala Dola Cafayetî: Di roja 23’yê Sibatê 1988’an de dibin rêvebertiya wezirê wê demê yê parastina Iraqê Sultan Haşim, bi beşdarbuna tûgay 20 û 60’an êriş birin ser gundên Sergelu, Bergulî , Dola Cafayetî, Navçeya Bingirde ya rojhilatê bendava Dukan û bajarokê Dukan, bajarê Silêmaniyê, navçeya Mawet û Çuwartaş. Di van êrişên nû yê beşê dijwar de gelek navçe hatin wêrankirin û talankirin. Ev qonaxa heya 19’ê Adara 1988’an berdewam kir.
Qonaxa duyem:
Di 22’yê Adara 1988’an de qonaxa duyem ya pêlên enfalê li navçeyên Qeredaxî, navçeya Tekiye, Silêmaniyê, Segrime,Derbendibaser, Qupî Qerax û çend cihên din li ber vê pêla qonaxa duyem ket. Bi giştî gund û navendên van navçeyan hatin girtin. Qonaxa duyem ya enfalê heya 1’ê Nisana 1988’an dom kir.
Qonaxa sêyem:
Qonaxa sêyem ya pêla enfalan di 7’ê Nisana 1988’an sê navçeyên Germiyan destpê kir. Ev qonax, qonaxa êrişên herî berfireh, mezin û êrîşên herî dijwar yên li ser gelê kurd bûn di wê salê de. Li navçeya Xurmatû, Qadirkerem, Kifrî, Çemçemal, Têlekû, Pêbaz, Sengaw, Tekiye û beşek ji navçeyên Axceler destpê kir. Di 14’ê Nîsana 1988’an 4 navçe bi hevre hatin wêrankirin, nêzîkî 20 hezar jin, zarok û zilam ji aliyê hêzên Baasê ve hatin girtin. Ev qonax heya 20’ê Nîsana 1988’an berdewan kir.
Qonaxa çarem:
Ev qonax ji 3’ê Adarê heya 8’ê Nîsana 1988’an dom kir. Di vê qonaxê êriş li ser navçeyên wekî Rêdar, Axcelar, Teqteq, Deştî Koyê û çend gundên Germıyan Esker, Guptepey hatin destpêkirin.
Qonaxa pêncem, şeşem û heftem:
Qonaxa pêncem, şeşem û heftem ye pêlên enfalê li navçeyên Rawanduz, navçeya Xelifan, Xuşnaw, navçeya Dulî Balyisan, Dulî Melekan, Dula Wertê, Dulî Hiran, Simaqelê destpê kirin. Destpêka êrişan ji 15’ê Nîsanê heya 26’ê Tebaxa 1988’an dewam kir.
Qonaxa heştem û qonaxa dawî ya enfalê:
Qonaxa dawî ya enfala li navçeyên Behdînan destpê kir, di 25’ê Tebaxê heya 2’yê Îlona 1988’ê berdewam kir. Qonaxa dawî ya enfalê li navçeya Zaxo, Amêdiyê, Şêxan û Akrê pêk hatin. Êrişa herî giran di 24’ê Tebaxê ya li ser gundên Sipîndarê, Qedpalê li çiyayê Gare ye bi dirêjiya 30 kîlometre navçeyan bombabaran kir.
Encamên wêrankariya Enfalê
Li gorî dane û îfadeyên berpirsên rejîma Baasê li giştî 8 qonaxên Enfalê de zêdetirî 182 hezar kes bûne qûrbanî. Di enfala qonaxa sê ya li ser Germiyan û encamên wêrankariya vê qonaxê 45 hezar kes bûne qûrbanî û 777 malbat temamî winda bûne. Di vê qonaxê de 80 hezar kes hatin windakirin.
Li gorî vê;
871 gund û 6 navçe hatin şewitandin.
381 dibistan, 657 mizgeft, bi sedan zeviyên çandiniyê hatin şewitandin û talankirin.
Bi sedan çem, kanî û bîr hatin rûxandin.
185 navend û cihên pîroz hatin rûxandin.
1435 bax û baxçe hatin şewitandin.
570 ton dexlûdan, 17 hezar 220 teraktor û mekîneyên din hatin wêrankirin.
472 hezar û 770 mih û bizin, 15 hezar dewar hatin telefkirin.
Berpirsên Enfalê hatin cezakirin, lê hê jî gelek dijîn
Piştî rûxandina rejîma Baasê û girtina Sedam Huseyîn 30’ê Kanûna 2006’an hate bidarvekirin. Tevî vê jî hê bi dehan caş, şêwirmend û berpirsên Partiya Baasê dijîn û serbixwe ne. Ya balkêş jî ewe ku gelek ji vanan li Hewlêrê ji aliyê PDKê ve pile, meqam, mal û projeyên mezin hatine dayîn.
Herçend berpirsiyarê sereke yê Enfalê, fermandarê artêşa Baas Hesen Elî Mecîd, piştî li danişînên nixumandî yên dadgehên Iraqê hat darezandin û di sala 2010’an de hat daleqandin jî, hevkarên wî yên tawanbar yên navnetewî, hîn jî bi temamî derneketine holê.
Dîsa ji aliyê dadgeha Iraqê ve derbarê nêzî 300 kesî ji ber sûcê Enfalê biryara girtina wan hatiye dayîn, lê hê jî nehatine girtin. Li gorî rewşa dixuyê ne niyeta hikûmeta Iraq û ne jî Herêma Kurdistanê ya girtina wan heye.
Daxwazên qurbaniyên Enfalê
Piştî 37 salan qurbanî û malbatên enfalkiriyan daxwaza wan ewe ku berpirsên enfal û hevkarên wan bên dadgehkirin û cezayê pêwîst bên dayîn.
‘Divê gorên me vegerînin ser cih û warên wan’
Yek ji xizmên Enfalkiriyan Rêbaz Xalib anî ziman ku daxwazên wan ewe ku gorên komî yên kesûkarên wan ên hatine enfalkirin bên vekirin û cenazeyên wan bînin li ser axa wan veşêrin. Xalib got: “Me daxwaz kiriye ku gorên kesûkarên me bên anîn, lê çima naînin ti wate nadin vê yekê. Dibe ku mayîna wan goran di berjewendiyên hinek kesan de be ji bo wê wisa semsarin.”
‘Hikûmet di warê Enfalê de xemsare’
Yek ji kesûkarên din ên Enfalkiriyan û Serokê Komeleya Lêgerîna Pirsa Enfalkiriyan Ekrem Salih jî destnîşan kir ku divê ji bo nasandina jenosîd, Enfal û kîmyabaranê zêdetir kar bên kirin û got: “Hikûmet di vê warî de xemsare. Divê zexteke zêdetir li hikûmetê bê kirin. Em li benda avakirina hikûmetê û vekirina parlementoyê ne. Hewl didin ku mafên xwe bidin pêkanîn û zêdetir komkujiyên li ser Kurdan weke jenosîd bidin nasîn.”
Your Comment